STRANÊN EHLÊ 'ILM Û 'IRFANÊ: QESÎDEBÊJÎ
Main Author: | Sezer, Muslih |
---|---|
Format: | Article Journal |
Bahasa: | kur |
Terbitan: |
, 2020
|
Subjects: | |
Online Access: |
https://zenodo.org/record/3895054 |
Daftar Isi:
- Qesîdebêj, weke dengbêjan rûhekî dide peyvê û bi mûzîk û gufteyên xwe ulûhiyetekî dide gotinên xwe. Qesîdebêjî, di nav Kurdan da wek kevneşopiyeke pîroz û qedirbilind cihekî taybet hilgirtiye. Bi sedan sal e, ev kevneşopî ji layê qesîdebêjan ve di mekanên cuda da tê îcrakirin. Ev cure dengbêjî bingeha xwe ji çand û ramana Îslamî hildigre, lewra qesîde wek şeklekî li ser kesayetiyên dînî radiweste. Ew qesîdeyên ku di vê derbarê de hatine nivîsîn, bi hinek amûrên mûzikê (def, ‘erbane, blûr...), ji layê qesîdebêjan ve tê strandin. Medrese, xankah, tekya û mekanên terîqetan cihê qesîdebêjan e. Ew hem di van mekanan de perwerde dibin hem jî di van mekanan de hûner û me’rîfetên xwe îcra dikin. Qesîdebêjî wek cureyeke stranê tête dîtin, lê em dibînin ku bi şêwaz, gotin û îcrakirinên xwe ve ji wî cudatir e. Em pey deng û awaz û gufteyên qesîdebêjan ketin me dît ku bi bingeh û armanca xwe ve wan ji xwe ra hinek regez çêkirine û di rêya xwe de dimeşe. Di vê xebatê de; qesîdebêjî çawa derketiye, çi distre, li ku derê gotin û awazên xwe îcra dike, me beyan kir. Ew kesên ku di civakê de wek qesîdebêj û qewlikbêj dihêne naskirin, em li pey dengên wan û gufteyên wan ketin, me analîza stranên/qesîdeyên wan kir ku ehlê ‘ilm û terîqetê ev kar îcrakirine. Armanca vê xebatê ew e ku qesîdebêjî çî ye, çawa derketiye, bingeha xwe ji çi digire, çawa tê îcrakirin, ji stranbêjiyê çi awayan ve cuda ye, bê beyankirin